Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwazî li destpêşxeriya Ebadî dike

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, “Pêşwaziyê li dawî destpêşxeriya Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ya ji bo destpêkirina guftûgoyê ligel hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin, ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal li ser bingeha destûra Iraqê û di çarçova şeraket û tewafiqê de.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Herwiha hikûmeta Herêma Kurdistanê amadehiya xwe ji guftûgoyê derbirî û daxwaz ji civaka navdewletî kir ji bo destpêkirin û birêvebirina guftûgoyên di navbera Hewlêr û Bexdayê hevkariya de her du aliyan bikin.

Di civîna îro 19.10.2017an ya Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê de, bûyerên Kerkûkê û rojên piştre li navçeyên madeya 140 û rewşa niha Kerkûkê û wan navçeyan guftûgo kir. Encûmena Wezîran serxweşî li malbatên şehîdên serbilind ên berevaniya Kerkûkê kir û hêviya çakbûna zû ji birîndaran re xwast.

Encûmena Wezîran daxwaz ji dam û dezgehên hikûmet û welatiyên Herêma Kurdistanê kir, bi hawara xelkê Kerkûk û Xurmatûyê yên berên xwe dane bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê ve biçin û spasiya welatî û dam û dezgehên ku bi hawara wan ve çûne jî kir.

Di civînê de, çawaniya girtina ber a rêkaran ji bo danûstandin ligel pêşhat û qonaxên dahatûyî hatin guftûgokirin. Encûmana Wezîran tekez kir ku, divê ji bo dahatûyê binêrin û tevî ku îro Herêma Kurdistanê di rewşeke dijwar re derbas dibe, lê bi yekrêzî û karê bi hev re, wek çawa gelê Kurdistanê qonaxên dijwar yên berê derbas kiriye, vê qonaxê jî derbas bike. Tekezî li wê jî kir, wek çawa dîrokê çespandiye, vîna gelê Kurdistanê bi çek û riyên leşkerî naşike û pirsgirêkên Iraqê jî bi vî awayî çareser nabin.