Termên enfalkiriyên Kurd vedigerin xaka Kurdistanê

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo dîtina gorên bikomî yên li parêzgeha Semawa ya Iraqê, dest bi karên xwe kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo dîtina gorên bikomî yên li parêzgeha Semawa ya Iraqê, dest bi karên xwe kir.

Birîkarê Wezareta Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan Bervan Hemdî ji K24ê re ragihand, parêzgarê Mosenayê li ser rasperde û daxwaza Serok Barzanî kar ji bo dîtina gorên bikomî yên enfalkiriyên Kurd li beyabanên wê parêzgehê kiriye.

Ragihand jî, piştî temambûna rêkarên yasayî, termên enfalkiriyan bo xaka Kurdistanê tên vegerandin.

Ji aliyekî din ve, şarezayê navdewletî di warê jenosid û gorên bikomî Mihemed Îhsan ji K24ê re got: Gelek gorên bikomî yên din li parêzgeha Semawe hene û divê kar ji bo vegerandina wan terman kirin.

Derbarê destnîşankirina nasnameya qurbaniyan, Mihemed Îhsan ragihand, divê destpêkê bê zanîn ku nasnameya wan qurbaniyan pê re ne yan na. Heger na divê di riya cil û bergên wan û hin riyên din re nasnameya wan bê aşkerekirin.

Duhî 12ê Nîsanê bi riya komîteke lêgerîna li gorên bikomî yên Kurd ku ji hejmarek ji bîner û karmendên berê yên dezgehên ewlehiyê yên serdema rêjîma Beis pêk hatiye, goreke bikomî ya welatiyên Kurd li navçeya Şêxiye ya parêzgeha Semawa li başûrê Iraqê hatibû dîtin.

Duhî Parêzgarê Musena Ehmed Menfî  ji K24ê re ragihand, li beyabanên Semawe li başûrê Iraqê goreke bikomî hatiye dîtin, eger e termên 300 qurbaniyên Kurd in tê de hebin û piraniya wan jin û zarok in.

Herweha Parêzgarê Musena ragihand jî, ku wî soz da ye Serok Barzanî  kar bikin ji bo dîtina tevayiya gorên bi kom li sînorê parêzgeha wan.

Parêzgarê Musena amaje bi wê yekê kir, ku ew ji bo vê mijarê digel Hikûmeta herêma Kurdistanê di hemahengiyê de ye û daxwaz kir Hikûmeta herêma Kurdistanê tîmeke taybet ji bo naskirina nasnameyan û hevkariya ligel tîmên hene, bişîne Semawayê.

 

S. B