Ji ber fişarên Amerîk Heşdî Şeibî ji navçeyên Kurdistanî vedikişe

"Heya niha hejmarek ji çekdarên Heşda Şeibî, ji navçeyên Zumar, Şingal û navçeyên din yên parêzgeha Neynewa vekişiyane."

K24 - Navenda Nûçeyan

Bi sedema fişarên Amerîka li ser desthelatdarên Bexdayê, hêzên Heşda Şeibî ji navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdara Herêma Kurdistanê vedikişe û heya niha hejmarek ji wan hêzan ji navçeyên Zumar û Şingal û navçeyên din yên parêzgeha Neynewa vekişiyane.

Rojnameya "El-Ereb" ya Londonî di raporekê de eşkere kiriye ku "Fişarên Amerîka wa kiriye ku çekdarên Heşda Şeibî ji çend navçeyan vekişin, di demekê de ku wan çekdaran piştî bûyerên 16ê Cotmeha derbasbûyî ew navçana dagîr kiribûn û gellek caran jî bizav kirin navçeyên din û deriyên sînorî jî dagîr bikin.

Rojnameyê zelal kir, ku "Heşda Şeibî ji navçeyên Şingal, Zumar û navçeyên din yên rojavayê Neynewa vekişyane."

Heman rojnameyê nivîsiye: "Ji daxwaza Kurdan, Amerîka hêzên Heşda Şeibî ji navçeyên cihê nakokiyê dûr dixe, daku hêzên Pêşmerge û hêzên serbazî yên artêşa Iraqê bi hevbeşî li wan navçeyan belav bibin."

Jêderekî ji rojnameya navhatî re gotiye: "Amerîka bizavan dike gotûbêjên siyasî di navbera Hewlêr û Bexdayê de pêşve bibe, bi taybet di warên pirsên girêdayî pişka budceya Herêma Kurdistanê ji budceya sala 2018an û şandina petrolê û doseyên din yên di navbera herdu aliyan de bê şareserî mane."

Heman jêderî got: "Amerîka di rawestandina şer di navbera hêzên Pêşmerge û çekdarên Heşda Şeibî de serketî bû".