250 Parêzer daxwaza dîtina Ocelan dikin
K24 – Navenda Nûçeyan
250 Parêzer ji bo bikaribin digel Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan hevdîtinê pêk bînin, serî li Dozgeriya Komarê ya Bursayê didin.
Platforma Hikûqnasên Azad digel hejmarek sazî û dezgehên hikûqî îro di çarçoveya serîlêdana pêkveyî de li Stendolê di avahiya Komeleya Mafê Mirovan de civîneka çapemeniyê pêk anîn û ragihandin, li dijî Ocalan tecrîdek dijwar tê birêvebirin û şeş sal û nîv e rê nade dayîn Ocalan digel parêzerên xwe hevdîtin bike. Herwiha ji zêdetir salek e ti agahiya wan ji Ocalanî nîn e.
Seroka Komeleya Mafê Mirovan a Stenbolê Gûlseren Yolerî jî got divê di zûtirîn dem de tecrîda li ser Ocalan rabe û ji bo vê jî ew dê sibe bi 250 parêzeran serî li Dozgeriya Komarê ya Bursayê didin.