Nêrîna partiyên Kurdistanî li ser krîza Tirkiye û Amerîkayê

Qeyrana di navbera Tirkiye û Amerîkayê de bi dijwarî dewam dike. Nûnerên hin Partiyên Kurdistanî yên bakûr amaje dikin ku Amerîka siyaseta Tirkiye ya li Rojhilata Naverast şaş dibîne û ji ber vê yekê Tirkiye hişyar dike. Li gorî nirxandina nûnerên partiyên Kurdistanî, sedemeke vê qeyranê jî Pirsgirêka Kurd e û heger Tirkiye Pisgirêka Kurd çareser bikira dê îro di qada navdewletî de bihêztir bûye.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Qeyrana di navbera Tirkiye û Amerîkayê de bi dijwarî dewam dike.  Nûnerên hin Partiyên Kurdistanî yên bakûr amaje dikin ku Amerîka siyaseta Tirkiye ya li Rojhilata Naverast şaş dibîne û ji ber vê yekê Tirkiye hişyar dike. Li gorî nirxandina nûnerên partiyên Kurdistanî, sedemeke vê qeyranê jî Pirsgirêka Kurd e û heger Tirkiye Pisgirêka Kurd çareser bikira dê îro di qada navdewletî de bihêztir bûye.

Partiyên Kurdistanî yên li Diyarbekirê jî qeyrana di navbera Tirkiye û Amerîkayê de ji nêz ve dişopînin. Li gor nirxandinên nûnerên partiyên Kurdistanî, sedemeke vê krîzê jî politikaya Enqere ya li hemberî Kurdan e. Serokê Giştî yê Patiya Maf û Azadiyan HAK-PAR'ê Refîk Karakoç, siyaseta Tirkiye ya derve şaş dibine û dibêje, heger Tirkiye siyaseteke li dij Kurdan nemeşîne dê Tirkiye bikaribe xwe li ber gefên dewletan bigire.

Serokê HAK-PAR'ê Refîk Karakoç ji K24ê re wiha axivî: "Ji bo ku Kurd di Rojhilata Navîn de negihin mafên xwe yên insanî û demokratîk çi ji destê Tirkiyeyê tê dike. Ev hemû (Qeyrana bi Amerîkayê re) bi hev û din re girêdayî ye. Îca ev siyaseta şaş gehişt Amerîkayê."

Li gor ragihandina nûnerên Partiyên Kurdistanî, mesele ne tenê daxwazên Amerîkayê ne; di Rojhialta Navîn de jî baweriya gelek dewletan bi Tirkiyeyê nemaye û sedemên vê yekê jî aloziyên navxweyî ne. Li gor nirxandina Cîgirê Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê PSK'ê Bayram Bozyel, qeyrana aborî ya di navbera Tirkiye û Amerîkayê de encama qeyrana siyasî ye. Bozyel amaje dike ku ji ber çaresernekirina Pisrgirêka Kurd Tirkiye ket nav krîzeke navdewletî de.

Cîgirê Serokê PSK'ê Bayram Bozyel dibêje: "Pirsgirêka di navbera Tirkiye û Amerikayê de di esasê xwe de bi meseleya Kurdên Sûrî ve girêdayî ye. Tirkîye piştî ku siyasta xwe ya navxweyî guherand di heman demê de siyasta xwe ya derveyê welat jî guherand. Tirkiye di meseleya Referanduma Serxwebûna Kurdistanê û Kurdên Sûrî de siyaseta xwe guherand û siyaseteke bi temamî li dijî Kurdan meşand.  Dagirkirina Efrînê mînaka vê yeke ye."

Nûnerên partiyên Kurdistanî qeyranê demkî dibînin lê hişyariyê didin Tirkiyeyê ku ev qeyran ji bo dewlet û welatiyan bargiraniyekê peyda dike. Nûnerên partiyên navborî amaje dikin ku heger Tirkiye bi Kurdan re siyaseteke dostane bimeşîne û Pispgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk çareser bike dê Tirkiye di qada navdeletî de jî bihêztir bibe.