Kurdistan24 rewşa li dawî pêgeha DAIŞê vediguhêze

Şer û pevçûnên giran di navbera şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û çekdarên DAIŞê de li dawî pêgeha DAIŞê li bajarokê Baxozê ya Dêrazorê rû didin. Peyamnêrê K24ê li nêzîkî Baxozê pêşhatên nû vediguhêze.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Şer û pevçûnên giran di navbera şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û çekdarên DAIŞê de li dawî pêgeha DAIŞê li bajarokê Baxozê ya Dêrazorê rû didin. Peyamnêrê K24ê li nêzîkî Baxozê pêşhatên nû vediguhêze.

Bi awayekî rojane xelkê sivîl ji bajarokê Baxozê derdikevin, gelek xelkên biyanî jî di nava wan de hene, xelkên ji Baxozê derdikevin dibêjin ku rewş gelekî aloze û xwarin, vexwarin û pêdiviyên jiyanê yên sereke jî nemaye.

Derbarê bi rewşa mirovî li navçeyên di destê DAIŞê de kesek bi navê Mihemed Salim ku di nava sivîlan de ji Baxozê reviya ye ji K24ê re dibêje: “Rewşa li Baxozê gelekî aloz e. Xwarin û vexwarin nemaye û li her derê şer e, gule ji her aliyekî ve dibarin. Çekdarên DAIŞê di nava bajêr de hene, lê ez nizanim hejmara wan çend e.”

Kesekî bi navê Ebdulla dibêje, di dema dawî xwarin nemabû û giya dixwarin. Şîrê zarokan jî nema û nexweşî di nav wan de zêde bû, ev sedemên sereke ne ku xelkê ji Baxozê derdikeve.

Xelkê sivîl bi berdewamî ji Baxozê derdikevin, bi taybet Di rojên dawî de bi sedan malbatên DAIŞê xwe radestî HSDê dikin. Berî destpêkirina qonaxa dawî ya şerê li dijî DAIŞê, nêzîkî 22 hezar welaltiyên sivîk hatin rizgarkirin.