Rojane malbat ji dawî baregeha DAIŞê direvin
K24 – Rojhilatê Dêrazorê
Bi awayekî berdewam sivîl ji bajarokê Baxozê ber bi deverên ewle direvin û tevî ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk dibêjin ku hejmareke mezin ji van koçberan DAIŞî ne, lê koçber dibêjin ku ev yek ne rast e.
Piraniya koçberan ji jin û zarokan e û bêtirê wan welatiyên Iraqî ne û piştî lêpirsîneke destpêkî bi wan re tên kirin, ji bo kampên herêma Cizîrê tên şandin. Ew koçber dibêjin, ji ber bombebarana dijwar ya firokeyan û giraniya şer wan bi zorê karîbûn di gel zarokên xwe de birevin.
HSD dike di nava bajêr de bi tenê çekdarên DAIŞê bi hejmareke mezin digel malbatên xwe de mane û piraniya koçberan yên ku derdikevin malbatên DAIŞê ne, lê ev koçber dibêjin ku tu girêdana wan bi DAIŞê tune ye .
Koçber Henaa Yasîn ku jineke Iraqî ji K24ê re dibêje: “Me tenê zarokên xwe hilgirtin û em reviyan. Topbaran û Bembebarankirin giran bûn û 20 roj in me nedikarî derkevin.”
Tevî hejmara mezin ji malbatan ji Baxozê derketine, lê li gorî HSDê hîna hejmareke mezin jî mane û reng e kesayetên DAIŞê yên herî navdar digel malbatên xwe di nava tûnêlên jêrzemîna bajêr de bin .