Wezîrên derve yên welatên Erebî dagîrkirina Efrînê şermezar dikin

Hevdem wezîrên Ereb, destwerdana Îranê jî di Sûryê de û êrîşa kîmawî ya rêjîma Esed li ser bajarê Dûma şermezar kirin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Wezîrên derve yên welatên Erebî li Riyad a paytexta Siûdiyê civiyan û dagîrkirina Efrînê ji aliyê Tirkiyê ve şermezar kirin.

Ajansa Frans Prees belav kiriye, ku di encama civîna amadekariyê de ji bo kongirê Evreya Erebî, ku biryar e di 29ê vê mehê de, li Siûdiyê bê lidarxistin, wezîrên derve yên welatên Erebî, êrîş û dagîrkariya Tirkiyê li ser axa Sûryê şermezar kirin.

Di daxuyaniyeke wê civînê de hatiye, ku dagîrkariya Tirkiyê bizavên ji bo çareseriya aştiyane li Sûryê jinav dibe.

Hevdem wezîrên Ereb, destwerdana Îranê jî di Sûryê de û êrîşa kîmawî ya rêjîma Esed li ser bajarê Dûma şermezar kirin.

Jêder: Frans Prees

N.O