James Mattis: Hêzên Amerîkî li Sûriyê dimînin

Wezîrê Bergîriyê yê Amerîka James Mattis ragihand, ew ji Sûriyê dernakevin, heta ku danûstandinên Cenevê biser nekevin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Bergîriyê yê Amerîka James Mattis ragihand, ew ji Sûriyê dernakevin, heta ku danûstandinên Cenevê biser nekevin.

Wezîrê Bergîriyê yê Amerîka James Mattis di konferanseke rojnamevanî de da zanîn, hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ji Sûriye û Iraqê denakeve, heta ku encamên danûstandina Cenevê xuyan nebin.

Mattis amaje bi wê kir, nabe tenê bi hizr û riyên leşkerî ji bo çareserkirina krîza Sûriyê hebin, pêwîst e bi awayekî diplomatic û aştiyane were çareserkirin.

Roja 11 Mijdarê, Amerîka û Rûsya di daxuyaniyekê de ragihandin, ku Serokê Amerîka Donald Trump û Serokê Rûsya Vladimir Putin li Vietnamê li hev kirin, ku krîza Sûriyê bi riyên diplomatic were çareserkirin. Herwiha hêzên her du welatan jî li Sûriyê bimînin.