Palemantoya Kurdistanê careke din dicive

Jêderekî ji serokatiya parlemantoya Kurdistanê ji K24ê re ragihand, roja Şemiya bê 23ê vê mehê demijêr 11 berî nîvro, parlemantoya Kurdistanê bicive û di civînê de 3 pirs tên guftûgokirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Jêderekî ji serokatiya parlemantoya Kurdistanê ji K24ê re ragihand, roja Şemiya bê 23ê vê mehê demijêr 11 berî nîvro, parlemantoya Kurdistanê bicive û di civînê de 3 pirs tên guftûgokirin.

Wî jêderî aşkere kir, Pirsa yekem ya rûniştina parlemantoyê, taybet bi destvekişandina çend parlemantan e. Pirsa duyem ya rûniştinê guftûgo derbarê dirêjkirina yasaya kirê ye. Pirsa sîyem jî derbarê mana karpêkirina bi yasaya dijeterorê li Herêma Kurdistanê ye.

Parlemantoya Kurdistanê nêzîkî 2 salan rawestiya bû, roja 15ê Îlonê bi beşdariya 68 parlemanteran rûnişteke awerta kir û tê de biryara birêvebirina referandûmê li Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê ne, pesend kir.

Piştî rûniştina 15ê vê mehê, komîtên parlemantoyê çalakiyên xwe dikin û parlemanto dê roja 23ê vê mehê bi awayekî asayî rûne.

Her yek ji firaksiyonên Tevgera Goranê û Komela Îslamî di aktîvkirina parlemantoyê de amade nebûn.