Bêtirî 500 hezar kes di cenga li dijî terorê de hatine kuştin

Peymangeha Watson: Piraniya qurbaniyên Cenga li Dijî Terorê ji Iraqê ne û di wê cengê de jî, 7 hezar serbazên Amerîkî li Iraq û Efxanistanê hatine kuştin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Bi sedema Cengea Amerîka ya li dijî Terorê, bêtirî 500 hezar kes li Iraq, Efxanistan û Pakistanê hatine kuştin.

Li gorî raporeke Peymangeha Watson ji bo Pêwendiyên Navdewletî, piştî êrîşên 11ê Êlûna 2011an li Amerîka û destpêkirina Cenga li Dijî Terorê heya niha, ji 480 hezar heya 507 hezar kes li Iraq, Efxanistan û Pakistanê bi sedema Cenga Amerîka li dijî girûpên terorî hatine kuştin.

Heman Peymangehê diyar kir, ku piraniya qurbaniyên Cenga li Dijî Terorê ji Iraqê ne û di wê cengê de jî, 7 hezar serbazên Amerîkî li Iraq û Efxanistanê hatine kuştin.

N.O