Stratejiya Nû: 800 heta 1500 leşkerên Ewrûpî û Amerîkî li rojhilatê Sûriye dimînin

Rêvebiriya Amerîka radighîne, dê ji 800 ta 1500 leşkerên Amerîka û Welatên Ewrûpî li bakurê rojhelatê Sûriyê bimînin

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêvebiriya Amerîka radighîne, dê ji 800 ta 1500 leşkerên Amerîka û Welatên Ewrûpî li bakurê rojhelatê Sûriyê bimînin.

Berpirsek ji Rêveberiya Amerîka ji ajansa Ruetersê re ragihand, ew dê nêzîkî 200 leşkerên xwe li Navenda Tenef ya leşkerî li ya li ser sînorên Ûrdin û Îraqê bihêle, ji bilî hiştina 200 leşkerên din li rojhilatê çemê Firatê.

Wî berpirsî herweha got, dê hêzên wan beşek bin ji 800 ta 1500 leşkerên Ewropî, ku dê li wê navçeyê bimînin û diyar kir, ku danûstandinên Amerîka û Hevpeymanên wê yên Ewropî, ji bo wan hêzên ku dê li Devera Aram bimînin berdewam in.

Serokê Amerîka 19ê Çile ya sala borî biryar dabû hêzên welatên xwe ji Sûriyê vekişîne, û Peyvdara Koşka Spî ragihandibû ku ew dê 200 leşkerên xwe li Rojhilatê Firatê bihêlin.

 

 

C.B