Hikûmeta herêmê: Daxwaz ji Tirkiyê dikin binemayên cîrantiyê biparêze

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bombebarana firokeyên şer ên Tirkiyê şermezar kir, ku çend deverên sînorî yên parêzgeha Dihokê armanc girtin û di encamê de 7 welatî şehîd bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bombebarana firokeyên şer ên Tirkiyê şermezar kir, ku çend deverên sînorî yên parêzgeha Dihokê armanc girtin û di encamê de 7 welatî şehîd bûn.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê peyamek arasteyî Tirkiyê kir û ragihand, firokeyên şer ên Tirkiyê deverên Badînan û navçeya Nîrwe Rêkan bombebaran kirin û di encamê de 7 welatî şehîd bûn.

Di peyamê de hat, “Di demekê de ku ew welatî bi armanca karên rojane çûbûn ser rez û baxên xwe, bi bihaneya hebûna baregehên PKKê li wan cihan, ji aliyê firokeyên şer ên Tirkiyê ve hatin bombebarankirin û mixabin hemû jî şehîd bûn.”

Di dawiya de, peyama hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje: “Em wek hikûmeta Herêma Kurdistanê wê bombebarana firokeyên şer ên Tirkiyê şermezar dikin, ku bûne sedema şehîdbûna hejmarek ji welatiyên Herêma Kurdistanê, daxwaz ji Tirkiyê dikin van cure bombebaranan rawestîne û ziyanê negihîne welatiyên Herêma Kurdistanê û binemayên cîrantiyê biparêze.”