Serok Barzanî peyameke pîrozbahiyê belav kir
K24 – Navenda Nûçeyan
Serok Mesûd Barzanî bi boneya hatina Cejna Qurbanê peyamek belav kir û pîrozbahî li xelkê Kurdistanê û hemû Misilmanên cîhanê kir.
Serok Barzanî bi vê boneyê li rûpela xwe ya tûra civakî “Twitter” peyameke pîrozbahiyê bi zimanê Kurdî, Erebî û Îngilîzî belav kir.
Peyama Serok Barzanî:
“Bi helkefta hatina cejna Qurbana pîroz, pîrozbahiyê li hemû xelkê Kurdistan û Iraqê dikim. Pîrozbahiyeke germ pêşkêşî malbatên serbilind ên şehîdan û Pêşmergeyên qehremanên Kurdistanê dikim.
Hêvîdar im hemû aliyek cejnê bi xweşiyê de bi ser bibin û haciyên me bi selametî ferza hecê bi cîh bigihînin û xwedayê mezin hec û lavayên wan qebul bike.”