Herêma Kurdistanê aheng ên Newrozê ragirt û behî ragehand
K24- Hewlêr
Di peyamekê de Civat a Wezîr ên Herêm a Kurdistanê bo qurbanî yên Mûsilê, biryar da bi ragirtin a aheng ên Newrozê û ragehandin a behîyê li Herêm a Kurdistanê.
Di peyam a hiikumete a Herêm a Kurdistanê de hatîye: Em xemgînî ya xwe diragehînîn bo karesat a can ji destdan a bi dehan kesan ji hevwelatî yên bajar ê Musilê ku duhî ji encam a wergerran a qayexekê di rûbar ê Dicle de rû da.
Herweha di wê peyamê de hatîye: Me her di destpêk a bûyerê de hemû dezgeh ên peywendîdar ê tenduristî û tengavîyan raspartin ku ber hewar a xelkê û birîndaran ve biherrin û Me bi awayek berdewam çavdêrî ya rewşê dikin. Ev jî Em bi erk ê Nîştîmanî û birayînî ya hevpişk dizanîn.
Di peyamê de hatîye jî: Hikumet a Herêm a Kurdistanê pişikdar û hevpişk a behî ya giştî ya Îraqêye û bi evê hilkeftê jî bizav û aheng ên fermî yên cejn a Newrozê diwestîne. Ji xwedayê mezin dixwaîn cihê qurbanyan behşt a berfireh be û sebr û hedarîy bide kesûkar ên wan û hêvî ya çakbûnvê jî bo brîndaran dixwazîn.