Nêçîrvan Barzanî: Me gelek karên hevbeş ligel Newşêrwan Mistefa kirin

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di konferaseke rojnamevanî de li ser gora Newşêrwan Mistefa ragihand, me gelek karên hevbeş ligel Newşêrwan Mistefa kirin û hemû jî cihê rêzê bûn.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di konferaseke rojnamevanî de li ser gora Newşêrwan Mistefa ragihand, me gelek karên hevbeş ligel Newşêrwan Mistefa kirin û hemû jî cihê rêzê bûn.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Îro bi serdanekê gihêşte Silêmaniyê û girê Zergete tacegulek danî ser gora Newşêrwan Mistefa û di konferaseke rojnamevanî de bi navê Serok Barzanî û serkirdayetiya PDKê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê hevxemî û serxweşiya xwe arasteyî malbata Newşêrwan Mistefa û endam û alîgirên Tevgera Goranê kir.

Nêçîrvan Barzanî got: “Gûman di wê de tune ye ku nakokiyên siyasî di navbera me de hebûn, lê heger li karên hevbeş temaşe bikin, her ji dirustbûna bereya Kurdistanê ligel bavê min Îdrîs Barzanî û piştre ligel Cenabê Serok Mesûd Barzanî, herwiha serxistina raperîna sala 1991an, ku bi hev re plana wê danabûn û serkeftin bidest xistibûn.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê got jî: “Piştre di nivîsandina destûra tevahiya Iraqê de roleke bilind ya Kak Newşêrwan hebû, ligel Cenabê Kak Mesûd û Mam Celal û biraderên din. Di wê westgehê de destkefteke mezin bo gelê xwe bidest anî. Hêvîdar in di vê demê de jî ligel Tevgera Goranê û aliyên din yên siyasî karibin karê baştir bikin.”