Hêmin Hewramî: Parlemanto îro dicive

Kandîdê PDKê bo postê Cîgirê Yekem ê Serokê Parlemantoya Kurdistanê ragihand, îro Parlemantoya Kurdistanê dicive û parlemanterên YNKê têne parlemantoyê.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Kandîdê PDKê bo postê Cîgirê Yekem ê Serokê Parlemantoya Kurdistanê ragihand, îro Parlemantoya Kurdistanê dicive û parlemanterên YNKê têne parlemantoyê.

Her girêdayî civîna îro ya Parlemantoya Kurdistanê jî, Parlematerê Firaksiyona PDKê Rizgar Îsa Siwar ji K24ê re got: “Biryar e îro demjimêr 11:00 Parlemantoyê bicive, heger li ser daxwaza hemû firaksiyonan civîn çend demjimêran bê paşxistin, ev karekî yasayî ye, lê em bi wê yekê re ne ku civîn di dema xwe de bê kirin.”

Li ser lihevkirina PDK û YNKê û piştre firoksiyonên Parlemantoya Kurdistanê, îro Parlemantoya Kurdistanê yekem rûniştina xwe encam dide û Desteya Serokatiya Parlemantoyê hildibijêre.

Her çend e YNKê ragihandibû ku ew hewla paşxistina civîna Parlemantoyê dide, lê Parlemanterê PDKê Omêd Xoşnaw ji K24ê re ragihand, ta niha ti biryarek ji bo paşxistina civînê nehatiye dan û li gor bangêşta serokê rûniştina yekem a Parlemantoyê, îro Parlemanto dicive.

 

 

S. B