Amerîka daxwazeke Ewropa derbarê Îranê red dike

Welatên Ewropa dixwazin ku sizayên Amerîka li ser Îranê, bandorê li ser bazirganiya Ewropa bi Îranê re, di warên: Enercî, otombêl, diravî û tendirustiyê de neke.

K24 - Navenda Nûçeyan

Her yek ji Almanya, Frensa û Birîtanya ji Amerîka xwestin, ku hin kartên bazirganiya welatên Ewropî ji bi sizayên li ser Îranê hatine sepandin, derxîne, lê Amerîka ew daxwaz red kir.

Wan welatan xwestiye ku sizayên Amerîka li ser Îranê, bandorê li ser bazirganiya Ewropa bi Îranê re, di warên: Enercî, otombêl, diravî û tendirustiyê de neke.

Li gorî medya Amerîkî, wezîrê derve yê wî welatî (Mike Pompeo) di bersiva xwe de, name ji wan welatên Yekîtiya Ewropa re şandiye û têde gotiye: Em dixwazin fişarên abûrî yên tund li ser rêjîma Îranê bisepînin.

Pompeo ji Ewropiyan re got jî: Tenê di yek rewşê de, emê lêvegerê ji wan sizayan re bikin, ew jî dema ku, ew sizana bandoreke nerênî li ser ewlehiya netewî ya Amerîka bike.

Welatên Ewropî dixwazin berjewendiyên xwe yên abûrî li gel Îranê biparêzin û Amerîka jî vê yekê qebûl nake û dixwaze hemû deriyan di riwê Îranê de asê bike û nehêle ti welatek pêwendiyên abûrî li gel Îranê bike.

N.O