Almanya: Tirkiye bizava çêkirina çekên etomî dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Dezgeha sîxuriya Almanya zanyariyan belav dike, ku Tirkiye bizavan dike çekên etomî berhem bîne.
Li gorî wan zanyariyan bizavên Tirkiyê ji bo çêkirina çekên etomî ne karekî nû ye, zanyariyên dezgeha sîxuriya Almanî di çend raporan de dibêjin: “Enqera dixwaze xwe weke welatekî etomî bide xuyakirin, ji bo vê meremê jî du rêketin bi kujmê 42 milyar dolar li gel çend kompaniyên Rûsî, Firensî û Japonî îmze kiriye.”