Sûkûr ji ber sixêfî bi Erdogan kir tê dadgehkirin

Dozgeriya Stanbolê daxwaza dadgehkirina lîstikvanê Tirkiyê Hakan Sûkûr bi tuhmeta ciwînê “Sixifî” bi Erdogan dike, Herwiha 4 sal zîndan jê re dixwaze.

K24 – Navenda Nûçeyan

Dozgeriya Stanbolê daxwaza dadgehkirina lîstikvanê Tirkiyê yê lîstika topê pê Hakan Sûkûr bi tuhmeta ciwînê “Sixifî” bi Erdogan dike, Herwiha 4 sal zîndan jê re dixwaze.

Lîstikvanê Tirkiyê yê bi navûdeng û xwediyê bileztirîn gol di qehremaniya cîhanê ya 2002 de Hakan Sûkûr, di meha Sibatê de li ser rûpela xwe ya Twitterê ciwîn bi Serokomarê Tirkiyê Erdogan kiribû.

Dozgeriya navçeya Bakirkoyê ya Stnbolê jî dozek li Hakan Sûkûr vekir û 4 sal zîndan jê re xwast.

Hakan Sûkûr di 18 Hezêrana 2011an de li ser lîsteya AKPê bûbû parlementer, lê di 16 Kanûna 2013an de xwe ji fraksoyona AKPê vekişand û wek parlementerkî serbixwe xwe nîşan da.

Sûkûr di rûniştina yekem a dadgehê de beşdar nebû ji ber ku, li Amerîkayê bû, lê parêzerê wî got ku, Sûkûr bi awayekî demkî li Amerîkayê ye û vediger Tirkiyê.