Dîtin û Raman: PKK çi di xwaze û ber bi kû ve diçe?

Bi kurtî û Kurmancî PKK bûye wek komek girtî/sect. Ji bo partî, hêz û bizavek sîyasî ev wek pirosêsa xwekujîyê ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Sîpanê Bavî

Li roja 10 Berçile 2016 di rojnama Xwakurkê de hatibû vegêran ku endamê damezrênerê PKK, endamê serkirdayetî ya KCK û berpirsê dosye ya peywendîyên PKK bi rêz Riza Altun di dîmaneyekê de bi rojnameya "The Clarion project" re gotibû ku:" Wek PKK emê bi hemû şêweyekî li dijî dewleta serbixwe ya Kurdî rawestîn û emê rê nedin ku dewleta Sûriya, Îraq û Îran parçe bi bin." Kesê ku şarezayê pêvajoya jidayîkbûn, bi gewidbûna sîyaseta partîya Karkerên Kurdistanê be wê bi bihîstina van gotinan û sîyaseta PKKê ya van salên dawî bi giştî û bi tabetî piştî girtina serokê wan birêz Abdula Ocelan sergerdan û matmayî bimîne.

PKK ji destpêkê ji serxwebûnê û yekxistina her çar parçên Kurdistanê pêve tiştek din nedipejirand. Hêşta wê ve tir her partî, bizav û kesayetîyeka otonomî yan ji serxwebûnê kêmtir tiştek bi xwesta wek a ji rêya rast a kurdayetîyê çûyî der û heta bi "xayîn" li qelem didan. Nuhe jî bi hemû awayekî û aşkera li dijî pirosêsa serxwebûnê û damezrandina dewleta serbixwe ya kurdistanî radiwestin. Bi rastî seyr e. Lê wer dîyar e ku hindek partî û bizav ji ber rewşa nazik, aloz û nacor ku Kurdistan bi dirêjîya sedan salan tê ketîye rê didin xwe ku her core karekî bi kin heta ger li diji hemû urifan û mentiq be jî.

Daxuyanî û gotinên bi rêz Riza Altun û sîyaseta PKK bi taybetî piştî girtina serokê wan birêz Abdula Ocelan baş xuya dike ku edî PKK rolê xwe wek hêz û bizavek sîyasî ne li Kurdistanê, ne jî li Rohilata Navîn û ne jî li Ewrupa û derve nemaye belkî pêtir û pêtir wek girûpek sîyasî tundrew, teng, ne waqiî, ne aram/ne sabit, helperist, pir girtî, şîyana xweguhorîn û rexnê u qebûlkirina yê himberî xwe qet tune û gelek "Tobawî" ne.

Bi kurtî û Kurmancî PKK bûye wek komek girtî/sect. Ji bo partî, hêz û bizavek sîyasî ev wek pirosêsa xwekujîyê ye. Ger PKK bi xwe de neçe, li xwe venegere û berdewam bi vê serhişkîyê bihizire û tev bigere yan wê PKK wek hêzek sîyasî xudan hizirên azadîxwaz û rizgarîxwaz û pirojê serxwebûn û yekxistina hemû parçên Kurdistanê, ku xelkê ji bûna van armancan heta nuhe destek daye wan, namîne yan wê pir sinûrdar be û bibe darê destê xelkê ji bo lêdana berjewendîyên neteweyî û nirxên bilind ên xelkê Kurdistanê.