Dalkurd Irfan Jasarevic ji Bosna transfer kir
K24 – Navenda Nûçeyan
Dalkurd tîma xwe bi lîstikvanek nû bihêztir kir. Lîstikvanê Bosnayî Irfan Jasarevic ê 22 salî ji tîma FK Krupa di lîga bilind Bosna de transferî Dalkurd bû.
Jasarevic bi lingê xwe yê çepê bihêz e û di xeta parêzvaniyê de dilîze.
Jasarevic ji bo 4 salan peyman ligel Dalkurd îmze kir.