Ronaldo li cadeyên Madridê “parsê” dike
K24- Navenda Nûçeyan
Stêrka cîhanî ya fûtbolê û lîstikvanê navdar ê tîma Real Madridê, Cristiano Ronaldo, bi cilûbergên kesekî hejar li cadeyên Madridê parsê dike.
Ronaldo yê ku sîmayên rûyê xwe guherîbûn, ligel kûçikekî li cadeyeke Madridê rûniştibû û behreyên xwe di warê fûtbolê de pîşanî xelkê dida, da ku pereyan bidênê.
Gelek kes li Ronaldoyê “parsek” nebûn xwedî, hinek kes pê re dilîstin û hinek kesên din jî qet guh nedidanê.
Ronaldo dîmena vîdyoyê ya çawaniya guhertina sîtla xwe û dema parsê li cadeyan li ser Youtubê belav kiriye û dengekî zêde di nava xelkê de vedaye.
Dawiyê jî zarokek li Ronaldo derdikeve xwedî û pê re dilîze, wê demê jî navborî kesayetiya xwe rasteqîne diyar dike, her kes matmayî dimîne û nû li derdorê kom dibin û wêneyan ligel dikşînin.