Serkirdetiya Dem Partiyê danûstandinan li ser du pirsan dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Serkirdetiya Dem Partiyê dicive û danûstandinan li ser piroseya aştiyê û danana cîgirê Onder dike.

Cîgirê Serokê Firaksiyona Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Partî) Sezai Temelli ragehand, “Serkirdetiya Dem Partiyê Îro (Duşem, 21.04.2025) ji bo biryardan û gengeşekirina li ser çend pirsan dicive.”

Li dû gotina Temelli, di civîna serkirdetiya Dem Partiyê de danûstandin li ser jivanê hevdîtina şanda Îmraliyê bi Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê re û pêşniyara qanûnîkirina piroseya nû ya aştiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê tên kirin.

Heta niha şanda Dem Partiyê sê caran li ser piroseya nû ya aştiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yê zindankirî Ebdila Ocalan re civiyaye.

Pêştir hatibû ragehandin ku, roja 18ê vê mehê şanda Dem Partiyê dê bi Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê re civiyaba, lê ew civîn ji bo demeke nediyar hat paşxistin.

Di çend rojên borî de, Endamê Şanda Îmraliyê ya Dem Partiyê Sirî Sureya Onder ji ber kirîza dilî ji bo nexweşxaneyê hat veguhastin, niha rewşa saxlemiya wî nebaş e û di bin çavdêriya çir de ye.

Tevî ku pêştir Dem Partiyê red kiriye ku, niyet hebe çi cîgirekî ji Sirî Sureya Onder re dane, lê li dû zanyarên medyayên nêzî wê partiya Kurdî, di civîna îro de danûstandin li ser danan cîgirê Onder jî tên kirin.

 
 
Fly Erbil Advertisment