Hevserokê Dem Partiyê: Li zindanên Tirkiyeyê hezar û 26 zindaniyên nexweş mirine

Navenda Nûçeyan (K24) - Hevserokê Dem Partiyê dibêje, “Ji bo ku ew pêvajo bi awayekî durist berdewam be, divê jîngeheke bawerê bê afirandin.”
Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Partî) Tuncer Bakirhan îro (Sêşem, 27ê Gulana 2025ê) ragihand, “Di navbera gelên Kurd û Tirk de dudiliyek li ser pêvajoya aştiyê heye û bêbaweriyek peyda bûye. Ji bo ku ew pêvajo bi awayekî durist berdewam be, divê jîngeheke bawerê bê afirandin ku ev jî erkê hemiyan û bi taybetî jî yê AKPê ye.”
Tuncer Bakirhan herwesa got, "Xelk li her derê ji me dipirse ku çima rayedar gavên cidî ji bo pêvajoya aştiyê naavêjin. Em hêvîdar in ku tev alî ji bo pêvajoya aştiyê bizavên xwe bikin. Li gorî zanyarên Wezareta Dadê, her roj bi tevahî du zindaniyên nexweş li zindanan dimirin. Di dema 515 rojan de, hezar û 26 zindaniyên nexweş mirine.”
Navbirî amaje jî da, "Gaveke aştiyê ew e ku zindaniyên nexweş bên azadkirin û çaksazî di qanûna cezayan de bê kirin, herwesa divê qanûna qeyûman jî bê hilweşandin. Em dixwazin ku êdî ziman, çand, nasname û hebûna Kurdan neyê paşguhkirin û redkirin."
Şanda Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Partî) li roja Sêşemê (20ê Gulana 2025ê) ji bo gengeşekirina pêvajoya nû ya aştiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û qonaxa piştî kongreya 12ê ya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) serdana hejmareke partiyên siyasî kir.