Bakirhan: Ji bo aşitiyê divê Rêya Îmraliyê vekirî be

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ji ber şerê li Rojhilata Navîn û krîza aborî, banga lezgîn li Parlamentoya Tirkiyeyê kir, bêhnvedana xwe hilweşîne û komîsyoneke aştiyê ava bike.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan îro 17ê Hezîranê di daxuyaniyekê de bal kişand ser aloziyên li herêmê û rewşa navxweyî ya Tirkiyeyê û xwast ku parlamento kar bê navber ji bo aştiyê bike.
Bakirhan got: “Rojhilata Navîn agir girtiye û em nikarin dema xwe vala derbas bikin. Ev ne ew dem e ku em bêjin, gelo dê komîsyon were damezrandin, komisyon dê çawa be, pêngavên demokratîk dê werin avêtin an na. Ji Sûriyeyê heta Iraqê, ji Îranê heta Ukraynayê, şer heye. Zenga hişyariya aboriyê di asta herî jor de lêdide.”
Hevserokê DEM Partiyê banga xwe li parlamentoyê dûbare kir û wiha axivî: “Divê parlamento bêhnvedanê ji rojeva xwe derxe, ji bo aştî, çareserî û demokrasiyê heft roj û 24 demjimêran kar bike. Di demên wiha yên werçerxanên dîrokî de, bêhnvedana aştî û çareseriyê nabe. Divê parlamento gavekê zûtir 'Komîsyona Civaka Demokratîk û Aşitiyê' damezrîne û berpirsiyariya xwe ya dîrokî bi cih bîne.”
Bakirhan di dawiya axaftina xwe de amaje bi girîngiya vekirina rêya Îmraliyê kir û ragihand ku ji bo bihêzbûna aştiyê, ew jî wek partî dê di demeke kurt de serdana Îmraliyê bikin.