Bakirhan: Ocalan pêşniyar kiriye ku Serok Barzanî serokatiya Kongreya Neteweyî bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ragihand, Rêberê PKKê Abdullah Ocalan daxwaz kiriye ku Kongreya Neteweyî ya Kurd bê lidarxistin û Serok Mesûd Barzanî serokatiya wê bike. Bakirhan herwiha bang li gel û serkirdayetiya Herêma Kurdistanê kir ku piştgiriyê bidin proseya aştiyê û got, ev prose di berjewendiya her çar parçeyên Kurdistanê de ye.

Pêşniyara Ocalan û rola Serok Barzanî

Tuncer Bakirhan di hevpeyvîneke taybet de ligel Kurdistan24 de, diyar kir, rola Serok Barzanî di serxistina proseyê de xwedî bandoreke mezin e û serokatiya wî ji bo kongreyeke neteweyî dê gelek erênî be.

Hevserokê DEM Partiyê got: "Ocalan tiştekî girîng got, ew jî daxwaza lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurd bû. Eger Serok Barzanî vê yekê qebûl bike û serokatiya kongreyê bike, ev dê bibe tiştekî gelek girîng û bi nirx. Ev yek ji bo yekrêzî û yekdengiya Kurdan gelekî girîng e, da ku piştgiriyê bidin daxwazên hev ên demokratîk. Rola Serok Barzanî dê erênî be. Ev roj, roja Kurdan û helwesta hevbeş e."

Bangewaziya ji bo piştgiriyê

Di dawiya axaftina xwe de, Bakirhan bang li hemû gel û aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê kir ku piştgiriya proseyê bikin û got: "Ez bang li hemû gelê Başûrê Kurdistanê, ne tenê siyasetmedaran dikim, ku piştgiriya proseya aştiyê bikin. Tirkiyeyeke demokratîk, di heman demê de tê wateya pêwendiyên baş ên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de û herwiha tê wateya jiyaneke demokratîk ji bo Kurdên li Sûriyê. Ji ber vê yekê, demokratîkbûna Tirkiyeyê di berjewendiya hemû aliyan de ye, û di serî de di berjewendiya Kurdan de ye."

"Divê Hemû civak beşek ji proseyê be"

Bakirhan diyar kir ku proseya aştiyê ya salên 2013-2015an ji ber hin pirsgirêkên navxweyî û derve bi ser neketibû, lê proseya niha xwedî hêviyeke mezintir e. Herwiha got: "Em dibêjin ku divê pirsgirêk bi rêyên muzakere û diyalogê bê çareserkirin, ne bi şer û aloziyê. Piranîya civakê û partiyên siyasî piştgiriyê didin serkeftina vê proseyê, ev jî hêviya me zêde dike."

Hevserokê DEM Partiyê destnîşan kir, divê parlamento û hemû pêkhateyên civakê bibin beşek ji proseyê û wiha pê de çû: "Eger prose tenê di navbera Birêz Ocalan û AK Partiyê de bimîne, dê kêmasî çêbibin. Di sala 2013-2015an de ev yek nehat kirin û bi ser neket. Vê carê divê civak, partiyên siyasî, Kurd, Elewî, ciwan û jin bibin beşek ji proseyê. Eger em piştgiriya hemû civakê werbigirin, ti sedem namîne ku prose bi ser nekeve."

Gavên pêwîst û berpirsiyariya hikûmetê

Bakirhan bal kişand ser wê yekê ku pirsa Kurd pirseke 100 salî ye û di demeke kurt de çareser nabe, loma divê gav bi gav pêş bikeve. Derbarê berpirsiyariya hikûmetê de jî wî got: "Divê ji bo çekdanîna PKKê zemîneke yasayî were amadekirin. Pêwîst e hikûmet bersiva pirsên weke 'Çek dê radestî kê bên kirin?' û 'Kî dê çavdêriya proseyê bike?' bide û gavên pêbawer biavêje. Di rojên pêş de dê ji bo proseya aştiyê komîsyoneke parlemanî were avakirin. Piştî avakirina komîsyonê û çekdanînê, partiya me dê nexşerêya xwe diyar bike."

Helwesta li hember hilbijartin û destûra nû

Tuncer Bakirhan tekez kir, proseya aştiyê û mijara ji nû ve hilbijartina Serokomar Erdogan du mijarên ji hev cuda ne û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Hilbijartin mijareke din e. Em rêzê li îradeya gel digirin. Rûniştina me ya li ser maseya muzakereyê nayê wê wateyê ku em piştgiriyê didin aliyekî. Em ne piştgiriya Erdogan û ne jî aliyekî din dikin. Em partiyeke serbixwe ne û em ê siyaseta xwe ya bêalî bimeşînin. Armanca me ya sereke demokratîkbûna Tirkiyeyê ye û em piştgiriyê didin her gaveke di vê derbarê de."

 
 
 
Fly Erbil Advertisment