Keskin Bayındır: Sibe pêvajoyeke dîrokî bi rê ve diçe

Navenda Nûçeyan (K24) - Şandeke partî û aliyên siyasî yên Kurdî yên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê gihîştin Zaxoyê û biryar e sibe (În, 11ê Tîrmeha 2025ê) di merasîma çekdanînê ya hejmareke çekdarên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de amade bibin.
Piştî derbazbûna wan ji sînorî û gihîştina wan ji bo Herêma Kurdistanê, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskin Bayındır êvara îro (Pêncşem, 10ê Tîrmeha 2025ê) li Zaxoyê ji rojnamevanan re axivî û got, “Em hatine Herêma Kurdistanê da ku sibe bibin şahidên rojeke dîrokî.”
Keskin Bayındır herwesa got, “Em nûnerên hemî pêkhate û partiyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hatine. Hejmareke çekdarên PKKê li ser biryara Abdullah Ocalan çekên xwe dadinin, lê danîna çekan nayê wê manayê ku pirsa Kurdan li Tirkiyeyê bidawî dibe.”
Navbirî amaje jî da, “Em hêvîdar in ku çekdanîna PKKê ji bo gelê Kurd li her çar parên Kurdistanê bibe sedema xêr û xweşiyan. Her kitekesekê Kurd piştgiriyê dide vê pêvajoyê û bi serkeftina wê kêfxweş e. Em hemî bizavê ji bo biserxistina vê pêvajoyê dikin.”
Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab ku pêşwaziya wê şanda Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê kir ragihand, “Em pîrozbahiyê li we û Dayikên Aştiyê dikin, hûn dê Dayikên Aştiyê û gelek heval û hezkiriyên wan bibînin. Herêma Kurdistanê mêvandariya pêvajoyeke pir girîng û biryarder dike. Em hêvîdar in ku ew destpêkeke baş be û ev pêvajo serkeftî be.”
Dilşad Şehab herwesa got, “Herêma Kurdistanê her tim bi aştiyê re bûye. Serok Barzanî gelek bizav kiriye ku şer û pevçûn bidawî bibin. Hemî hêsankarî hatine kirin ku ev merasîm bi baştirîn awa bê lidarxistin.”
Li gorî lidûçûna malpera Kurdistan24ê, qonaxa yekê ya pêvajoya çekdanînê ya PKKê dê sibe (În, 11ê Tîrmeha 2025ê) li Rêveberiya Raperînê bê lidarxistin û biryar e ku komeke 30 heta 40 çekdarên PKKê di çarçoveya pêvajoyekê de li dû banga rêberê xwe yê girtî Abdullah Ocalan biçin. Bi amadebûna hin ji fermandarên wan ên payebilind û çavdêrên navxweyî, herêmî û navneteweyî, ew dê çekên xwe danin û di dû re bê çek dê vegerin Qendîlî.