Jineke 131 salî li Bakurê Kurdistanê wexera dawiyê kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, jineke 131 salî bi navê Hodê Gurkan ji ber nexweşiyê û temenê xwe yê mezin wexer kir.
Hodê Gurkan li roja 1ê Tîrmeha 1894ê hatibû ser dinyayê û di salên dawiyê yên jiyana xwe de kerr bû. Ew li goristana taxa gundewarî ya Binakliyê li komelgeha Wêranşarê hat veşartin.
Hodê heft zarok û 110 nevî hene û berî 48 salan mêrê wê wexera dawiyê kir.
Herwesa behsa wê yekê jî tê kirin ku, Hodê Gurkan zimanê Tirkî nedizanî û bi zimanê Erebî diaxivî.