Roja Cîhanî ya Rûbirûbûna Bazirganiya bi Mirovan: Amarên metirsîdar

Navenda Nûçeyan (K24) – Her sal di 30ê Tîrmehê de, ji bo balê bikişînin ser rewşa qurbaniyên bazirganiya mirovan û parastina mafên wan, Roja Cîhanî ya Rûbirûbûna Bazirganiya bi Mirovan tê bibîranîn. Bazirganiya bi mirovan tawaneke cîhanî ye ku li welatên pêşketî û welatên di nava şer de jî rû dide.

Li gorî amarên Neteweyên Yekbûyî, li seranserê cîhanê 135 hezar qurbaniyên bazirganiya bi mirovan hatine tomarkirin. Ev diyarde di 10 salên dawî de bi rêjeya %30 zêde bûye, ku ev yek metirsiyeke mezin nîşan dide.

Sedemên Bazirganiya bi Mirovan

Sedemên sereke yên ku mirovan dikin qurbanî, bi vî awayî hatine destnîşankirin:

- Karkirina bi zorê

- Hevjîniya bi zorê

- Kîna neteweyî û olî

- Koletî

- Derxistina endamên laş

- Revandin ji bo standina pereyan (fîdye)

Welatên di rêza pêşîn de

Li gorî hejmara qurbaniyan, welatên ku herî zêde bazirganiya bi mirovan lê tê kirin ev in:

1.    Pakistan: 26,539 qurbanî

2.    Amerîka: 16,390 qurbanî

3.    Hindistan: 6,693 qurbanî

4.    Nîjerya: 2,883 qurbanî

Welatên ku rêjeya herî kêm lê hatiye tomarkirin Uman û Sîngapûr in, ku li her yekê ji wan tenê 5 halet hatine tomarkirin.

Rewşa li Iraqê 

Li Iraqê, di nava 20 salên borî de 2,300 kes bûne qurbaniyên bazirganiya bi mirovan. Di vê çarçoveyê de tenê 162 tometbar hatine girtin.

Weke mînaka herî berbiçav a vê dawiyê, çarenivîsa lêkolînera Îsraîlî-Rûsî Elizabeth Tsurkov e, ku li Bexdayê ji aliyê grûpeke çekdar ve hatiye revandin û hîn jî çarenivîsa wê ne diyar e.

Kampanyaya "Dilê Şîn"

Ji bo rûbirûbûna vê tawanê, Neteweyên Yekbûyî kampanyaya "Dilê Şîn" daye destpêkirin ku armancên wê ev in:

- Berfirehkirina parvekirina zanyariyan

- Lêkolînên hûrtir

- Lêdana li çavkaniyên darayî yên grûpan

- Zêdekirina helmetên online û hişyarkirinê

 
Fly Erbil Advertisment