Du Kurdên Êzidî li Almanya bi kêrê hatin birîndarkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Hamburgê yê Almanyayê, kesekî bi regez Îranî bi kêra qesabiyê êrîşî du hevkarên xwe yên Kurd ên Êzidî kir û herdu jî birîndar kirin. Êrîşkar ji aliyê polîs ve hatiye girtin.

Li gor agahiyên ku Ajansa Nûçeyan a Alman (DPA) belav kiriye, bûyer li bajarokê Quickborn ê ser bi Hamburgê ve, li kargeheke goşt qewimiye.

Kesekî 45 salî yê bi regez Îranî ku li heman kargehê wek qesab kar dike, bi kêra qesabiyê êrîşî du hevkarên xwe yên Kurd ên Êzidî kiriye. Yek ji navçeya Şêxanê ye û yê din jî Kurdekî Êzidî yê ji Rojavayê Kurdistanê ye.

Hat ragihandin ku tevî berxwedana herdu welatiyên Êzidî, êrîşkar ew bi kêrê birîndar kirine. Karkerên din ên kargehê destêwerdana bûyerê kirine û êrîşkar kontrol kirine heta ku polîs gihîştiye cihê bûyerê.

Polîsê Hamburgê di daxuyaniyekê de ragihand, wan êrîşkar desteser kiriye û piştî lêpirsîna destpêkê diyar bûye ku sedem û palnera sereke ya li pişt êrîşê, "nefreta olî" bûye.

 
Fly Erbil Advertisment