Karayilan: Cihê çareseriyê Meclîs e, daxwaza çekberdana HSDê jî ne mentiqî ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê HPGê Murat Karayilan, avakirina komîsyona aştiyê li Parlamentoya Tirkiyeyê wek gaveke erênî û guncay binav kir. Derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê de jî got: "Heta li Sûriyeyê destûreke nû çênebe, çekberdana HSDê ne mantiqî ye"

Karayilan ji medyaya nêzîkî PKKê re ragihand, ew avakirina komîsyonê giring dibînin û got, "Bê guman cihê çareseriyê Meclîsa Tirkiyeyê ye. Avakirina komîsyonekê gaveke guncayî ye. Lê divê ev pêngav ne ji bo berjewendiyên siyasî yên demkî û hesabên dengan be, divê bi awayekî stratejîk û ji bo berjewendiyên hemû gelên Tirkiyeyê be."

"Azadiya Ocalan ne şert e, lê ji bo pêşketina pêvajoyê ferz e"

Karayilan bal kişand ser rola Abdullah Ocalan di pêvajoyê de û got, ew aliyekî sereke yê pirsgirêkê ne û nêrînên wan divê werin girtin. Diyar kir: "Aktor û muxatabê me yê sereke Rêber Apo ye. Divê ew nêrînên tevgera me yên derbarê çareseriyê de parve bike. Em hêvî dikin ku serî li Rêber Apo bidin. Ji ber ku ew muzakerevan e, divê wek muxatab were dîtin."

Karayilan herwiha anî ziman ku heta mîmarê pêvajoyê di zindanê de be, aştiya civakî pêk nayê û got, "Azadiya Rêber Apo ne şert e, lê ji bo pêşketina pêvajoyê rewşeke xwezayî û ferz e." Behsa biryara Konseya Ewropayê ya li ser "mafê hêviyê" jî kir û da zanîn ku divê Tirkiye yasayên xwe li gorî vê biryarê sererast bike.

"Siyaseta demokratîk stratejîk e, têkoşîna çekdarî taktîk e"

Derbarê banga Ocalan a ji bo bidawîkirina têkoşîna çekdarî, Karayilan ev yek wek guherîneke stratejîk a girîng pênase kir û got: "Li gorî xeta Rêber Apo, êdî stratejî ne têkoşîna çekdarî, lê siyaseta demokratîk e. Ev yek ji bo hemû aliyên ku bi vê xetê ve girêdayî ne derbasdar e."

Lêbelê, wî cûdahî xist navbera stratejiya têkoşîna çekdarî û mijara "çekberdanê". Karayilan got: "Çekberdan mijareke taktîkî ye û bi şert û mercên li welatan ve girêdayî ye. Bêyî ku yasa û destûreke ku baweriyê bide hebe, mafê xweparastinê rewa ye." 

"Çekberdana HSDê ne mantiqî ye"

Murat Karayilan, bangên rayedarên Tirk ên ji bo çekberdana Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) red kir û ragihand, heta li Sûriyeyê destûreke bingehîn a nû ku mafên hemû pêkhateyan misoger bike neyê avakirin, daxwazeke bi vî rengî bêwate û ne mentiqî ye.

Karayilan bal kişand ser nebûna sîstemeke dadwerî û dewleteke pêbawer li Sûriyeyê û got: "Li wir dewlet hîna nebûye dewlet!" Herwiha êrîşên hêzên ser bi dewletê yên li Lazqiyê li dijî Elewiyan û li Siwêdayê li dijî Durziyan wek mînak nîşan da û diyar kir ku li şûna darizandinê, "înfazên bêdaraz" tên kirin. Ji ber vê yekê, israrkirina li ser çekberdanê di rewşeke wiha de wek "zivirandina berê avê ya ber bi jorê ye", ango tiştekî ku nameşe ye.

Karayilan tekez kir, HSD dê çekên xwe li dijî Tirkiyeyê an jî ti hêzeke din bi awayekî êrîşkar bikar neyne û got: "Lê eger hinek bi ser wan de biçin, helbet mafê wan ê xweparastinê heye û ew ê xwe biparêzin."

Karayilan careke din tekez kir, pêngava yekemîn ne çekberdan, lê avakirina sîstemeke qanûnî ye û got: "Beriya her tiştî divê li Sûriyeyê qanûn hebin. Divê destûreke bingehîn ku ji aliyê her kesî ve were erêkirin hebe. Hiqûq tune ye, lê dibêjin 'çekan berdin.' Ev ne mentiqî ye."

 
Fly Erbil Advertisment