Ayşegul: Em behsa aştiyê dikin û operasyon li dijî demokrasiyê tê kirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Partî) got, "Heke pirsa Kurdan çareser nebe, Tirkiye dê nebe welatekî demokratîk."
Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Partî) Ayşegul Dogan îro (În, 15ê Tebaxa 2025ê) di konferanseke rojnamevanî de li Enqerê got, "Girtina kesên ku ji aliyê gel ve hatine hilbijartin li dijî qanûn û demokrasiyê ye. Ji bo desthilatê şermezarî ye ku van operasyonan bidomîne, di demekê de ku Tirkiye di rewşeke hestyar de ye."
Ayşegul Dogan amaje jî da, “Ew operasyona îro li şaredariya Bayogluyê ya Stenbolê hatiye kirin li dijî pêvajoya aştiyê ye.” herwesa got, "Heke pirsa Kurdan çareser nebe, Tirkiye dê nebe welatekî demokratîk."
Berdevka Dem Partiyê herwesa ragihand, "Ji ber vê yekê, em dê li dijî wê operasyonê xwenîşandanên girseyî li dar bixin û divê em ji tevahiya gelê Tirkiyeyê û gelê xwe re rave bikin ka di pêvajoya aştiyê de çi diqewime.”
Berdevka navbirî tekez jî kir ku, gelê Bakurê Kurdistanê û endamên parlamentoyê piştgiriyê didin pêvajoya aştiyê. Herwesa got, "Em çavdêriya xebata Komîsyona Parlamentoyê dikin, ku ji bo pêvajoya aştiyê hatiye damezrandin. Em dê hevahengiyê ji bo biserxistina karên wê bikin. Divê xelk ji xebata wan hêvî bike û ji bo bidestxistina armancan bixebite.”
Ayşegul Doğan tekîd jî kir, “Divê Komîsyon çarçoveyeke qanûnî ji bo wê pêvajoyê rêk bixe û desthilat jî piştgiriyê bide karên wê komîsyonê.” Herwesa got, “Divê ew komîsyon bi wekhevî û dadweperwerî bixebite.”
Wê herwesa ragihand, “Biryar e komîsyon hefteya bê bi xelk û aliyên cuda cuda re bicive, ev jî ji bo pêşvebirina pêvajoya aştiyê gaveke girîng e.” Herwesa got, “Komîsyonê li ser daxwaza me ev gav avêt.” Amaje jî da, “Me lîstek daye komîsyonê, navên wan kesan tê de ne yên ku bandor li ser pêvajoya aştiyê heye.”