Rapirsî: Daxwaza perwerdeya Kurdî zêde ye, lê zarok li malê Tirkî diaxivin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gorî rapirsiyeke nû ya ku ji aliyê Navenda Lêkolînên Meydanî yên Sosyo-Polîtîk ve li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hatiye kirin, her çend ji sedî 97ê Kurdan perwerdeya bi zimanê dayikê dixwazin, rêjeya zarokên ku li malê bi dê û bavên xwe re bi Kurdî diaxivin di asteke metirsîdar de kêm bûye.

Rapirsî rewşa zimanê Kurdî di warên cuda yên jiyanê de radixe ber çavan û encamên balkêş derdixe holê. Yek ji xalên herî krîtîk kêmbûna bikaranîna ziman di nava malbatê de ye, ku wekî stûna sereke ya zindîhiştina ziman tê dîtin.

Zarok zêdetir bi Tirkî diaxivin

Yek ji encamên herî balkêş ên rapirsiyê, rewşa ziman a di nava malbatê de ye. Li gorî daneyan, tenê %26ê zarokan bi Kurdî (Kurmancî û Zazakî) bi dê û bavên xwe re diaxivin, lê rêjeya zarokên ku Tirkî bi kar tînin gihiştiye %40.1ê. Ev yek nîşan dide ku zimanê Tirkî di nava nifşê nû de li hemberî Kurdî serdest bûye.

Rapirsî herwiha destnîşan dike, bikaranîna zimanê Kurdî di jiyana rojane de bi temen û asta perwerdeyê ve girêdayî ye. Kesên ji 35 salî mezintir zêdetir bi Kurdî diaxivin, lê ev rêje di nava nifşê nû de kêm dibe. Herwiha, her ku asta xwendinê bilind dibe, bikaranîna rojane ya Kurdî kêm dibe.

Daxwaza sereke: Perwerdehî û Statuya Fermî

Tevî vê rewşa neyînî ya di warê pratîkê de, daxwaza ji bo parastina zimanê Kurdî di asta herî bilind de ye. Nêzîkî hemû beşdaran (%97.9) piştgiriyê didin perwerdeya bi zimanê Kurdî. Herwiha, rêjeyeke berbiçav a beşdaran (%16.6) daxwaz dike ku Kurdî bibe zimanê fermî, da ku bi awayekî yasayî were parastin û pêşxistin.

Di warê çandî de, her çend guhdarîkirina muzîka Kurdî bi rêjeyeke bilind (%77.9) belavbûyî ye jî, xwendina pirtûkên Kurdî di asta %37.2an de maye, ku ev jî nîşan dide ku eleqeya ji bo zimanê nivîskî kêmtir e.

HIN DANEYÊN BALKÊŞ JI RAPIRSIYÊ:

Asta Axaftina Zarokan li gel Dê û Bavan:
- Tirkî: %40.1
- Kurmancî: %24.7
- Zazakî: %1.3

Bikaranîna Ziman di Jiyana Rojane de:
- Rojane Diaxivim: %57.1
- Car bi Car Diaxivim: %25.7
- Kêm Diaxivim: %12.3

Daxwazên ji bo Parastina Ziman:
- Perwerdeya bi Zimanê Dayikê: %97.9
- Divê Kurdî bibe Zimanê Fermî: %16.6
- Divê derfetên perwerdeyê hebin: %51.9

 
 
Fly Erbil Advertisment