Serkirdeyên Ewropayê gihîştin Koşka Sipî

Navenda Nûçeyan (K24) – Koşka Sipî îro, Duşemê 18'ê Tebaxa 2025'an, mêvandariya lûtkeyeke navneteweyî ya krîtîk dike ku tê de Serokê Amerîkayê Donald Trump, Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky û hejmareke mezin ji serkirdeyên Ewropayê ji bo dîtina çareseriyekê û bidawîanîna şerê li Ukraynayê dicivin.
Li gorî torên nûçeyan ên navneteweyî, heta niha Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer, Sekreterê Giştî yê NATO'yê Mark Rutte, Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen, Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni, Şêwirmendê Almanyayê Friedrich Merz û Serokê Fransayê Emmanuel Macron gihiştine Koşka Sipî.
Ji aliyê Amerîkayê ve jî, Cîgirê Serok JD Vance, Wezîrê Derve Marco Rubio û nûnerên taybet ên Amerîkayê yên ji bo karûbarên Ukraynayê, Steve Witkoff û Keith Kellogg, dê beşdarî civînan bibin.
Berî ku bigihîje Amerîkayê, Serokê Ukraynayê Zelensky bi serkirdeyên Ewropayê re civiya û peyameke zelal da Trump. Zelensky daxwaz kir ku "aştî bi rêya hêzê" li dijî Rûsyayê were pêkanîn û tekezî li ser pêwîstiya garantiyên ewlehiyê ji aliyê Amerîkayê ve kir.
Herwiha Zelensky ragihand, ew di lûtkeya Koşka Sipî de "bi ti awayî tawîzê li ser yek bihosteke axa Ukraynayê nade" ku di berdêla aştiyê de bide Rûsyayê.
Li gorî protokola civînan, tê payîn ku Trump û Zelensky pêşî li Ofîsa Oval civîneke dualî li dar bixin û piştre derbasî civîna giştî ya bi serkirdeyên Ewropayê re bibin. Serokê Amerîkayê Trump bi xwe jî li ser tora civakî "Truth" nivîsandibû: "Rojeke mezin li benda Koşka Sipî ye, ti carî evqas serkirdeyên Ewropayê li Koşka Sipî kom nebûne."
Lêbelê, Serokê Fransayê Macron jî destnîşan kiribû, serkirdeyên Ewropayê ji bo "parastina berjewendiyên Ewropayê" diçin Koşka Sipî, ne tenê ji bo hevaltiya Zelensky.
Ev lûtke tenê sê roj piştî civîna di navbera Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin de tê lidarxistin. Roja Înê, 15'ê Tebaxê, Trump û Putin li eyaleta Alaskayê civiyabûn û li ser egera agirbestekê li Ukraynayê û çend mijarên din gotûbêj kiribûn.






