Parlamenterê HUDA PARê: Meha bê çarenivîsa gerîla û girtiyan diyar dibe
Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamenterê HUDA PARê Şehzade Demîr ragihand, armanca sereke ya komîsyona aştiyê rawestandina şerê çekdarî ye û di meha Îlonê de dê biryar li ser çarenivîsa gerîlayên PKKê û girtiyan were dayîn. Demîr herwiha tekez kir ku piştî PKKê dest ji çekan berde, hincetên dewletê namînin û divê mafên Kurdan bên garantîkirin.
Parlamenterê Partiya Doza Azad (HUDA PAR) yê Dîlokê Şehzade Demîr ji Kurdistan24ê re diyar kir, HUDA PAR piştgiriyê dide komîsyona aştiyê û hêvî dike ku ev pêvajo bigihîje armanca xwe. Herwiha got jî, divê şerê çekdarî bidawî bibe û aştî û biratî li Tirkiyeyê pêk were.
Demîr li ser helwesta partiya xwe wiha axivî: “Em pişgiriya vê komîsyonê dikin. Em hêvîdar in ku ev komîsyon bigihîje armanca xwe û li Kurdistana Tirkiyeyê û li tevahiya herêmê aştiyeke xweşik û biratiyeke xweşik bê damezrandin. Em dixwazin ev rê û rêbazên şerê çekdarî bi temamî bên bidawîkirin."
"Piştî çekdanînê, divê dewlet gavên siyasî biavêje"
Parlamenterê HUDA PARê da zanîn, bi danîna çekan re, berpirsiyarî dikeve ser milê dewletê û got: "Heger PKK dest ji çekan berde, hingî dewlet jî neçar e gavên siyasî û qanûnî di meclisê de biavêje. Wê demê hincetên dewletê û hikûmetê jî namînin."
"Pirsa Kurd rastiyeke Tirkiyeyê ye"
Şehzade Demîr tekez kir, pirsa Kurd rastiyeke Tirkiyeyê ye ku divê were çareserkirin û mafên Kurdan bên misogerkirin û wiha axivî:
"Ev mesele, pirsa Kurdan, rastiyeke vê memleketê ye. Heta niha Kurdan bi awayekî dadwerane û bi biratî muamele nedîtine, wek welatiyên sinifa sêyem û çarem tên dîtin. HUDA PAR dixwaze ev mesele bê çareserkirin û mafên Kurdan, çi yên îdeolojîk, çi yên çandî, bi temamî di nava Tirkiyeyê de bên dayîn. Xebat û xizmeta me li ser mafên Kurdan, li ser azadbûna zimanê Kurdî û li ser biratî û edaletê dê berdewam bike."