PWK: Bêtehamuliya li himberî axaftina bi kurdî tûrnûsoleka vê pêvajoyê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş, nehişt ku nûnerên Dayikên Aştîyê di civîna komîsyoneke parlamenoyê de bi zimanê Kurdî biaxivin. Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) bi daxuyaniyekê bertek nîşanî bûyerê da û ev helwest weke "tûrnûsola pêvajoyê" bi nav kir.

Li gor daxuyaniya PWKê, bûyer roja 20ê Tebaxa 2025an di civîna pêncemîn a "Komîsyona Piştigiriya Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê" de qewimî. Nûnerên Dayikên Aştîyê Nezahat Teke, Rabia Kiran û Turkiye Bozkurt ji bo guhdarîkirinê beşdarî civînê bûn.

PWK diyar kir jî, dema Rabia Kiran xwest bi Kurdî dest bi axaftina xwe bike, lê Serokê Komîsyonê Numan Kurtulmuş bi hinceta ku "rêziknameya navxweyî û zimanê fermî rê nade", daxwaza wan red kir. Piştî hişyariyê, Kiran neçar ma axaftina xwe bi Tirkî bidomîne. Herwiha Nezahat Teke jî ev astengî weke "neheqiyekê" bi nav kir.

Buroya Ragihandinê ya PWKê îro 21ê Tebaxê di daxuyaniya xwe de ev helwest bi tundî şermezar kir û ragihand ku bêtehamuliya li hemberî zimanê Kurdî rewşa heyî bi awayekî zelal radixe ber çavan.

Daxuyaniya Polîtburoya PWKê wiha ye:

Bêtehamulîya li himberî axaftina bi kurdî tûrnûsoleka vê pêvajoyê ye

Roja 20.08.2025ê, ‘’Komîsyona Piştigirîya Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê’’, di civîna xwe ya pêncemîn de li nûnerên Dayîkên Aştîyê guhdar kir.

Li ser navê Dayîkên Aştîyê Nezahat Teke, Rabia Kiran û Turkiye Bozkurt beşdarî civînê bûn.

Di civînê de, daxwaza axaftina bi Kurdî ya Nezahat Teke û Rebia Kiranê, ji aliyê Serokê Parlamentoya Tirkîyeyê, herweha Serokê Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê Nûman Kûrtûlmûş ve bi hinceta “rêziknameya navxweyî ya parlamentoyê û rêziknameya zimanê fermî rê nade” hate redkirin.

Gava ku Rebîa Kiran bi kurdî dest bi axftina xwe kirîye, Nûman Kûrtûlmûş midaxale kirîye û gotîye ‘’Divê hûn bi tirkî axaftina xwe bidomînin’’. Rebia Kiranê piştî hişyarîyan axaftina xwe bi tirkî domandîye.

Nezahat Tekeyê nehiştina axaftina xwe ya bi kurdî wekî “neheqî”yê bi nav kir.

Em aştî, çareserkirina pirsa kurd, demokrasî, azadî, wekhevî û dadmendîyê danin alîyekî; em bi nêrîneke weha re rû bi rû ne ku, bi hinceta “astengîyên qanûnî û rêziknameyên navxweyî”, tehemmulî axaftina bi kurdî jî nayê kirin.

Bêtehemmulîya li hemberî axaftina bi kurdî û bêdengiya endamên komîsyonê ya li himberî vê helwesta Nûman Kûrtûlmûş, cîhê mixabinîyê ye û ji bo gengeşîyên li ser vê pêvajoya heyî turnusolek e.

Ev mînak jî bi awayekî zelal nîşan dide ku gava yekem a aştî, çareserkirina pirsa kurd, demokrasî, azadî, wekhevî û dadmendiyê, bi misogerkirina statuya qanûnî û makezagonî ya nasnameya kurdî, bi mafê perwerdehîya bi zimanê dayikê yê kurdî û li gel tirkî wek zimanê fermî pejirandina kurdî destpê dibe.

 

 
 
Fly Erbil Advertisment