Adil Zozanî: Helwesta Serokê Parlamentoyê ya dijberî dayikê Kurd ne demokratîk e

Enqere (K24) – Li Tirkiyeyê bertekên dijî rênedayîna bo zimanê Kurdî û astengkirina zimanê Kurdî berdewam dikin. Parlamenterê berê yê HDPê ê Colemergê Adil Zozanî jî dide zanîn, çareserkirina pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê hewqasî hêsan nîne û di civîna komisyonê de astengkirina axaftina Kurdî ya dayikeke Kurd ne helwesteke demokratik e û ne helwesteke mirovahî ye. 

Di çarçoveya proseya aştiyê de civînên Komisyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê bênavber didomin. Ligel ku komisyon di guhdariya aliyan de berdewam e bertekên bo astengkirina zimanê Kurdî jî didomin.

Parlamenterê berê yê HDPê ê Colemergê Adil Zozanî jî derbarê astengkirina axaftina bi zimanê dayikê Kurdî ya di civîna pençemin a komisyonê de bo Kurdistan24ê axivî.

‘Ev yek nişan dide ku çareseriya Pirsa Kurdî nê hesan e’

Adil Zozanî di axaftina xwe de diyar kir di komisyona parlamentoya Tirkiyeyê de astengkirina axaftina dayikeke Kurd ya bi zimanê Kurdî divê neyê qebûlkirin ku ev komisyon qaşo ji bo çareserkirina pirsa Kurd hatiye avakirin.

Zozanî dide zanîn, “Di serî de jî nişan dide ku çareserkirina pirsa Kurd li Tirkiyeyê hewqasî hêsan nîne. Astengiyên mezin li pêşberî me ne, astengiyên hişmendî yên rayêdarên dewletê hatine asteke wisa ku ji bilî hebûna Tirk û Tirkî tiştekî din li Tirkiyê zûbizû nehesibînin. 

Loma di civîna komisyonê de astengkirina axaftina Kurdî ya dayikeke Kurd ne helwesteke demokratik e û ne helwesteke mirovahî ye jî, derveyî qeydên mirovahiyê ne jî axaftina dayikeke Kurd ku bi vî rengî ye. Ev aliyekî meseleyê ye.”

‘Di plansaziya civînê de kêmasî hebûn’

Herwiha Zozanî behsa xeletiya plansaziya komisyonê jî dike ku dibêje divê beriya destpêkirina vê civînê bo dayikên Kurd serîladanek hatiba kirin da rewşeke wiha neqewîmî ba. Zozanî,

“Ez di wê plansaziyê de piçekî kêmasî jî dibinim. Li gorî min eger wê beşdariya dayikên Kurd di civînê de, dihate zanîn ku dayikên Kurd- dayikên me tev bi vî rengî-bi zimanê Tirkî nikarin evqas xwe îfade bikin û îhtiyacî heye ku xwe bi zimanê xe îfade bikin di komisyonê de.

Ji ber vê yekê jî divê beriya komisyonê sêrîlêdanek hatiba kirin û amadekariyên wêrgêra axaftinên wan hatiba kirin ku ev problem bi vî şeklî da nehatiba rojeva komisyonê.

‘Helwesta serokê komisyonê ne helwesteke demokratik e’

Lê beriya derî van kêmasiyan hemûyan helwesta serokê komisyonê dijberî dayikên Kurd nayê qebûlkirin û ne helwesteke demokratik e.”

Çi bûbû?

Di pencemin civîna Komisyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê de Dayikên Aştiyê û Dayikên Şemiyê hatibûn guhdarîkirin. Lê belê dayikên aştiyê Nezahat Teke û Rebîa Kiran xwestibûn xwe bi zimanê Kurdî îfade bikin, lê belê ev yek bi hişyariya serokê parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş ve axaftina bi zimanê Kurdî hatibû astengkirin.

 

 
Fly Erbil Advertisment