Şêwirmendê Erdogan: Divê pênaseya hemwelatîbûnê û fêrkirina zimanên din di destûrê de zelal bibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Şêwirmendê Serokomarê Tirkiyeyê, Mehmet Uçum ragihand, divê mijarên weke pênaseya "hemwelatîbûna Tirkiyeyê" û "fêrkirina zimanên din" di destûreke nû de bi awayekî zelaltir bên diyarkirin. Uçum herwiha amaje bi destpêkirina "proseseke aştiyê" kir û ew weke "proseyeke veguhêz" binav kir.
Mehmet Uçum tekez kir, ev proseya nû ne weke "proseya çareseriyê" ya berê ye, lê belê "proseyeke veguhêz" e ku ne tenê bi ewlehiyê ve girêdayî ye, di heman demê de reformeke berfireh a demokrasiyê jî li xwe digire.
Li gorî Uçum, ev qonaxeke nû ye ku armanc dike guhertinên bingehîn di sîstema siyasî ya Tirkiyeyê de pêk bîne.
Di daxuyaniya xwe de, Uçum bal kişand ser du xalên sereke yên ku ew dixwazin di destûra nû de cih bigirin:
- Pênasekirina Hemwelatîbûnê: Got ku ew dixwazin pênaseya hemwelatîbûna Tirkiyeyê di destûrê de zelal bikin. Ev mijar bi salan e ku di navbera dewletê û Kurdan de yek ji xalên sereke yên nîqaşê ye.
- Fêrkirina Zimanên Din: Destnîşan kir ku divê fêrkirina zimanên din di destûrê de were cîbicîkirin.
Herwiha, şêwirmendê Serokomarê Tirkiyeyê ragihand, ew dixwazin reforman di rêveberiyên herêmî de jî pêk bînin û tekez kir ku divê ev hemû mijarên hestiyar bi awayekî berfireh bên gotûbêjkirin.