Xwendekarên Kurd di navbera Şam û Qamişlo de, baca nakokiyên siyasî didin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Sûriyeyê, encamên ezmûnên bekaloryayê (lîse) hatin eşkerekirin. Tevî ku rêjeya giştî ya serkeftinê li seranserê welat baş bû, hejmara xwendekarên ku nûmreyên pir bilind bi dest xistin, li gorî salên borî bi awayekî berbiçav kêm bûye. Xwendekarên Kurd ên li Rojavayê Kurdistanê, ku di nav şert û mercên siyasî û lojîstîkî yên dijwar de ezmûnên xwe pêşkêş kirin, ji Kurdistan24 re behsa zehmetî û serkeftinên xwe kirin.
Li gorî daneyan, rêjeya serkeftinê di ezmûnên bekaloryayê de gihiştiye %75, ku wek rêjeyeke baş tê dîtin. Lêbelê, rêjeya xwendekarên ku numreyên ji %90 bilindtir wergirtine kêm bûye. Ev yek piştî encamên xemgîn ên pola nehemîn tê, ku îsal kêmtirîn rêjeya serkeftinê di 10 salên dawî de tomar kiribû û bûbû cihê nîgeraniyê.
Zehmetiyên Xwendekaran: Çîroka Serkeftinê ya Kardo
Nakokiyên siyasî di navbera hikûmeta Sûriyeyê û Rêveberiya Xweser de, bandoreke rasterast û neyînî li ser jiyana xwendekaran dike. Bi hezaran xwendekar ji bo ku karibin beşdarî ezmûnên fermî yên hikûmetê bibin, neçar dimînin ku berê xwe bidin bajarên din ên di bin kontrola hikûmetê de.
Kardo Osî, yek ji xwendekarên serkeftî yên ji Rojavayê Kurdistanê, serpêhatiya xwe ya dijwar ji K24 re vegot. Kado diyar kir, ew neçar maye ji bo ezmûnan biçe Şamê û got: "Em ji bo bekaloryayê rastî gelek zehmetiyan hatin. Em neçar bûn em biçin Şamê. Ev rewş û zehmetiyên çûn û hatinê bandoreke neyînî li ser derûniya min û hemû xwendekarên Qamişlo bi awayekî giştî kir."
Mamosta: Barê li ser milê xwendekaran îsal pir giran bû
Malbat û mamostayên li herêmê jî amaje bi wê yekê dikin ku barê li ser milê xwendekaran îsal pir giran bû. Mamoste Nayif Şêxî ji K24 re bal kişand ser kêmbûna nûmreyên bilind û got: "Zehmetiyên ku hatin pêşiya xwendekaran ne veşartî ne. Tevî ku rêjeya serkeftinê baş bû, lê hejmara xwendekarên ku numreyên pir baş û bilind bi dest xistin, li gorî sala borî gelekî kêm bûn."
Heman mamosta sedema vê kêmbûnê bi rewşa siyasî û neçarîya xwendekaran a koçberiya ji bo ezmûnan ve girê dide û dibêje: "Sedema sereke ew bû ku ezmûn li herêmên me nehatin kirin û xwendekar neçar man biçin herêmên din. Ev yek bû sedema stres û zexteke mezin."
Pêşeroja Perwerdeyê di Metirsiyê de ye
Rewşa perwerdeyê li Rojavayê Kurdistanê di navbera du sîsteman de maye. Ji aliyekî ve bernameya xwendinê ya Rêveberiya Xweser heye ku ji aliyê hikûmeta Sûriyeyê û cîhanê ve bi fermî nayê naskirin, û ji aliyê din ve bernameya hikûmeta Sûriyeyê heye ku gihîştina wê ji bo xwendekarên herêmê her ku diçe zehmettir dibe.
Ev rewşa aloz ne tenê barê derûnî û aborî li ser malbatan zêde dike, lê di heman demê de paşeroja bi hezaran xwendekaran dixe rewşeke nediyar. Serkeftina xwendekarên wekî Kado di van şert û mercên dijwar de, îradeya wan a xurt a ji bo xwendinê nîşan dide, lê di heman demê de wek bangekê ye ji bo dîtina çareseriyekê da ku perwerde û paşeroja nifşên nû nebe qurbana nakokiyên siyasî.