Serokomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan diçe Amerîkayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan hefteya bê serdana New Yorkê dike. Ev yekem serdana wî ya fermî ye piştî êrîşa Amerîkayê ya ser binkeyên atomî yên Îranê.
Li gorî ajansa nûçeyan a Îranî ‘Exbariye Acile’, di vê serdanê de Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Araqçî dê ligel Pizîşkiyan be. Ajansê herwiha daye zanîn, ev serdan dê bibe derfetek ji bo gotûbêjên rasterast bi serokên sê welatên Ewropî (Almanya, Fransa û Brîtanya) re derbarê mekanîzmaya sepandina cezayan û dosyeya atomî ya Îranê de.
Serdana Pizîşkiyan di demekê de tê ku alozî li ser bernameya atomî ya Îranê zêde bûne. Welatên wekî Almanya, Fransa û Brîtanya (E3) amadekariyê dikin ku mekanîzmaya vegerandina cezayan li dijî Îranê çalak bikin.
Li gorî vê mekanîzmayê, piştî bidawîbûna dema Biryarnemaya 2231 a Encûmena Asayişê ya Neteweyên Yekbûyî, cezayên navneteweyî dikarin di nava kêmtirî 30 rojan de careke din li ser Îranê bên sepandin.
Bajarê New Yorkê dê mêvandariya 80emîn Civîna Giştî ya Neteweyên Yekgirtî bike, ku biryar e di 9ê Îlonê de dest pê bike.