Hêzên Amerîkî gehiştin Kobanê

Kurd24

K24- Kobanê

Hejmarek leşker û şêwrimendên Amerîkî derbasî bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê bûn.

Peyanêrê K24 li Kobanê got ku îro, 27ê Mijdarê, hejmarek şêwirmendên leşkerî yên Amerîkî bi rêya deriyê sînorî yê Murşitpinar derbasî Kobanê bûn.

Beriya demekê, Serokê Amerîka, Barack Obama fermana şandina nêzîk 50 leşker û şêwirmendên leşkerî bo Sûriyê dabû.

Dê erkê wan şêwirmendan pêşkêşkirina alîkariyê be, bo wan hêzên ku şerê DAIŞê dikin.

Peyamnêrê me diyar kir ku, aliyên pêwendîdar li Kobanê rê nedan ti dezgeheke ragehandinê ku derbasbûn û karê wê hêza Amerîkî bişopîn e.

Roja 12ê Cotmeha borî, Hêzên Sûriyeya Demokratîk li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê hat avakirin, heta niha jî Amerîka 2 caran çek ji wê hêzê re şandin e.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk ragehandîne ku armanca wan derxistina DAIŞê ji Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê ye. Lewma tê pêşbînî kirin ku ew şêwirmendên Amerîkî alîkariyê pêşkêşî pêkhateyên Kurd, Ereb û Xirîstiyan ên di nava wê hêzê de bikin.