Bayik: Em êdî şer naxwazin
K24- Navenda Nûçeyan
Hevserokê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) radigehîne ku ew êdî şer naxwazin, daxwaza navbênkariyî jî ji Amerîka û Yekîtiya Ewropayê (YE) dike.
Hevserokê KCK, Cemîl Bayik di hevpeyvînekê de ligel rojnameya Bild a Elmanî îro, 29ê Mijdarê, daxwaz ji YE û Amerîka kir ku “derbasî ser xetê bibin û aştiyê di navbera KCK û Tirkiyê de pêk bînin.”
Bayik diyar kir jî ku, “şerê navxweyî” yê niha li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê diqewim e ji encama siyasetên Enqerê ne.
Derbarê şer û aştiyê de jî, Bayik wiha got: “Em êdî şer dixwazin, em li çaresriyên siyasî digerin, ji ber vê yekê pêwîstiya me bi aliyê sêyem heye.”
Hevserokê KCK ji bo wê mebestê jî, daxwaza ji Amerîka û Elmanya kir ku, destpêşxeriyekê aştiyê li Tirkiyê pêşkeş bikin.
Bayik ragehand jî ku, êdî dem hatiye “navê PKK ji nav hemû lîsteyên terorê bê derxistin.”