Li Hewlêrê salvegera “Komkujiya Cihûyan” hat bibîranîn

Kurd24

K24- Navenda Nûçeyan

Li paytexta Herêma Kurdistanê, Hewlêrê, salvegera “komkujiya Cihûyan” birêve çû.

“Komkujiya Cihûyan” di hezîrana sala 1941ê de li Bexdayê hatibû kirin, ku di encam de sed les hatibû kuştin û bi navê “Ferhûd” tê naskirin.

Bîranîn bi beşdariya berpirsên Herêma Kurdistanê û oldarên Cihû duh, 30ê Mijdarê, li Hewlêrê birêve çû.

Ev bîranîn di demekê de tê ku, beriya niha Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar dabû ku, nûnerekî ola Cihûyan jî di Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî de cih bigre.

Di yasaya parastina pêkhate û kemîneyan ya li Herêma Kurdistanê de hatiye ku “eger ji her olekê yek kes jî mabê, dê mafê wî bên parastin.”

Nûnerê Cihûyan li Wezareta Ewqaf ya Herêma Kurdistanê, Şêrzad Omer Mamsanî jî kêfxweşiya xwe bi encamdana wê bîranînê anî ziman.