Li Şêx Meqsûd 2 çekdarên el-Nusrayê hatin kuştin
K24- Navenda Nûçeyan
Li taxa Şêx Meqsûd a Helebê şer û pevçûn berdewamin, 2 çekdarê radîkal hatin kuştin.
Navenda Ragehandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di dxuyaniyekê de ragehand ku, duh, 29ê Mijdarê, çekdarên Eniya el-Nusrayê û Ehrar el-Şam bi çekên giran û topên hawen êrîşî texa Şêx Meqsûdê ye Helebê kirin e.
Di daxuyaniyê de hatiye ku, piştî wê êrîşê, şervanên YPG jî êrîş çekdarên Îslamî yên radîkal kirine û 2 ji wan kuştin e û 2 otomobîlên wan jî jinav birin e.
Taxa Şêx Meqsûd yek ji taxên Kurdan yên li Helebê ye, ji 30 Adara 2013 ve ji aliyê Tevgera Ehrar el-Şam ve her car tê armanc kirin.
Roja 27ê Mijdarê jî, Tevgera Ehrar el-Şam gefêli Yekîneyên Parastina Gel (YPG) xwaribû û gotibû ku ewê taxa Şêx Meqsûd a li Helebê bike herêmeke leşkerî û pêgehên YPG armanc bike.