200 kompanya beşdarî Fûara Pêlîstokan a Stenbolê bûn

Ji 30 welatên derve zêdeyî 200 karsaz beşdarî fûarê bûn û derbarê pêlîstokên nû de hevdu agahdar kirin.

K24- Stenbol

Li Stenbolê, bi beşdariya 200 fîrmayên biyanî fûara pêlîstokan hat lidarxistin. Di fûarê de gelek karsaz hem pêlîstokên ku cara yekem hatine çêkirin dîtin û hem jî li ser bazirganiyê têkiliyên nû danîn.

Pêlîstokên ji hev cudatir û ecêbtir li navenda fûarê ya Stenbolê, hatin danasîn. Ji 30 welatên derve zêdeyî 200 karsaz beşdarî fûarê bûn û derbarê pêlîstokên nû de hevdu agahdar kirin.

Fûara ku ji 3 beşan pêk hat eleqeyeke mezin dît. Ji Başûrê Kurdistanê jî li ser grûba Helebceyê komek karsaz hatin serdana fûarê. Mehruyê Silemanî qala giringiya fûarê wiha bi lêv dike: “Fûareke gelek baş e, ev du roj e ez li vêderê me. Demeke dirêj e em di nav têkiliyên bazirganiyê de ne û ez bawer im dê bo me bi xêr be.”

Karsaz Tuana Giyan jî got: “Em wek nûnerê koma Helebceyê ji Silêmaniyê hatin vir. Amanca serdana me ji bo bazirganiyê ye daku em bi hevkarên xwe bişêwirin û aboriya welêt bi pêş bixin.”

Yekem pêlîstoka lasertagê ku heta dûrî 150 metreyan diçe, rangerên ku 360 metre dizivire yên cara ewil Tirkiyê çêkirine û gelek pêlîstokên din di fûarê de cih girtin.

Sala çûyî, ji 24 welatên derva 10 hezar kes hatibûn fûarê. Tê texmînkirin ku îsal 15 hezar kes tevlî fûarê bibin.