NATO li ser parastina serweriya Iraqê rijd e

Rêxistina NATOyê li ser mijara derbasbûna leşkerên Tirkiyê bo nava xaka Iraqê dibêje divê çareseryeke dîplomasî jê re bê dîtin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêxistina NATOyê li ser mijara derbasbûna leşkerên Tirkiyê bo nava xaka Iraqê dibêje divê çareseryeke dîplomasî jê re bê dîtin.

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî duh 8 Kanûnê derbarê derbasbûna hêza Tirkiyê ji xaka Iraqê re pêwendî ligel Sekreterê Giştî yê NATOyê Jen Stolenberg re kir û gotê ku ew hêz ni bi razemendiya Iraqê derbas bûye.

Hat ragihandin ku di vê gotûbejê de Heyder Ebadî daxwaz ji Jen Stolenberg kir ku hemû desthilatdariya xwe ji bo paşve vekişandina leşkerên Tirkiyê ji xaka Iraqê bikar bîne.

Jen Stolenberg jî ji Ebadî re gotiye ku NATO rijd e li ser parastina serweriya Iraqê.

Stolenberg herwiha soz daye Ebadî ku derbarê hatina wê hêza leşkerî ya Tirkiyê de bi rayedarên Enqereyê re gotûbêjê bike û metirsiyên Iraqê ji hatina wê hêzê bigihîne berpirsên Tirkiyê.

Roja 4ê mehê, hêzeke Tirkî gehiştibû eniya Başîqe ya sînorê Mûslê. Ev yek jî bibû cihê dilgiraniya Iraqê û daxwaza vekişandina demlidest a wê hêzê kiribû.