Li Cizîrê leşkerek hat kuştin
K24 – Navenda Nûşeyan
Şer û aloziya li bajarên Bakurê Kurdistanê berdewam e. Şevê din li navçeya Cizîrê ya Şirnexê leşkerek hat kuştin.
Şevê din li navçeya Cizîrê yaŞirnexê di navbera endamên Tevgera Ciwanên Welatparêz û Şoreşger YDG-Hê û leşkerên Tirk de şer derket. Di encam de leşkerekî canê xwe ji dest da. Piştî pevçûnê gelek caran dengê teqîn û çekan hat.
Li navçeya Cizîr û Silopiyê 10 roj in derketina derva qedexe ye û şer û pevçûnên dijwar berdewam in. Duh jî li navçeya Nisêbînê qedexeya derketina derva hatibû rakirin.