Turkan Elçî: Min dijî hemû kesên Elçî kirine armanc doz vekiriye

Hevjîna Tahir Elçî dibêje ku, hevjînê behsa gelek gefên ku li hatibûn xwarin dikir.

K24- Diyarbekir

Hevjîna Tahir Elçî, Turkan Elçî li dijî hemû kesên ku hevjînê wê “kirin armanc” doz vekir.

Serokê berê yê Baroya Diyarbekirê, Tahir Elçi di 28ê Mijdarê de gava li pêşiya minareya çarling daxuyanî dida hatibû kuştin, heta niha jî kujerên wî nehatine diyarkirin û girtin.

Hevjîna Tahir, Turkan Elçî di derheqê kesên ku “ji bo Tahir Elçî lêpirsîn dane destpêkirin, biryara binçavkirin û girtinê dayîn û kesên ku li ser Tahir Elçi nûçe nivîsandin de” li dozgeriya giştî ya Diyarbekirê dozek vekir.

Turkan Elçi got jî ku “Parastkarek nedane hevjînê min. Li cihê bûyerê polîsên ku ji bo parastina wî erkdar bûn, ez li wan gilî dikim.”

Hevjîna Tahir Elçi diyar kir jî ku, wê li hemî kesên ku hevjînê wê kirine armanc “gilî kiriye.”

Turkan Elçi da zanîn jî ku, gelek caran gef li hevjînê wê dihatin xwarin, hin caran ew gef ji hevjîna re xwe aşkere dikirin û pir caran jî li ser diveşartin.