Erdogan li dijî girtina HDPê derket

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan li dijî girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derket.

K24 – Stenbol

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan li dijî girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derket.

Erdogan dema ji serdana xwe ya Erebistana Suudiyê vedigeriya di balafirê de bersiva pirsên rojnamevanan da û ragihand ku divê fikir li girtina HDPê neyê kirin û nebe rojev jî.

Erdogan got: "Lê endamên wê partiyê çi parlamenter an jî serokşaredar ger tawanekî bikin dê berdêla wê bidin."  Erdogan tekez kir ku divê lêpirsînên ji aliyê Dozgeriya Diyarbekirê ve hatine vekirin  di vê çarçoveyê de bên nirxandin.

Hefteya borî Cigîrê Serokê AK Partiyê Mehmet Alî Şahîn gotibû ku eger HDP li welatekî din siyaset bikira dê bihata girtin. Ev yek jî bûbû sedema nîqaşê ya girtina HDPê.

Li Tirkiyê ji sala 1990an heta 2015an nêzîka 10 partiyên siyasî li ser navê Kurdan hatine avakirin lê ji ber gotin û hewlestên xwe gelek siyasetmedarên Kurd hatin girtin. Lê her partiyek hatibe girtin piştî demekê yeke din hatiye vekirin.